Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Nifşa nû hêvîya Netewa Kurd e!
Bê guman ewin yên ku barê giran hildan e ser herd û milan ji bo Serxwebûna vê Xak a Pîroz.

❤🔥17
WÊNEYÊN KEVIN BI KURDÎ.
Photo
Helebçe...
Bajarê ku di dilê Kurdistanê de wekî birîneke ku qet nasekine xwîn jê dirije. Roja 16ê Adara 1988’an... Ezman reş bû, ne ji ewrên baranê, lê ji gazên mirinê. Balafirên rejîma Sedam bi ser de hatin; ne bombeyên asayî, lê jehrên kîmyewî yên ku mirov ji hundir ve dişewitînin, li ser gelê bêçek rijandin: zarok, jin, kal û pîr, ciwanên ku hê xewnên xwe nedîtibûn.Bavêk zarokê xwe di hemêza xwe de girtibû, digot “werin em birevin”, lê lingên wî jî bi kîmyasalê şewitîn. Zarokê biçûk li erdê ket, çavên wî yên bêgûneh li ezmanê reş mêze dikir, lê êdî nefes tune bû. Dayikek bi porên xwe yên dirêj li ser cenazeyê keça xwe ya sêsalî digirî, digot “keça min, di nav xweşiyê de bimîne, sibê emê dîsa bilîzin”, lê sibê tune bû. Zarokên ku li kolanan digihîştin hev, bi destên xwe yên piçûk hevdu hemêz dikirin û digotin “emê birevin”, lê gaz ket hundirê dilê wan û ew zaroka ji hundir ve qelandin.Pênc hezar can, di çend saetan de, wekî pelên payîzê li ser axa xwe ketin erdê. Yên ku rizgar bûn jî mirin , lê mirineke hêdî, bi êşeke ku sal bi sal di laş û ruhê wan de mezin dibe. Çavên wan hê jî wê roja reş dibînin. Xewnên wan hê jî bi bîhna gazê şiyar dibin. Zarokên ku piştî wê rojê ji dayik bûn, di zikê dayikan de jî jehr hîs kirine.Helepçe ne tenê bajar bû, ew dilê me bû.
Helepçe ne tenê komkujî bû, ew şermezariya mirovahiyê bû.
Helepçe ne tenê dîrok e, ew birîneke zindî ye ku her Newrozê, her sibehê, her şevê dîsa xwîn dide.Lê gelê Kurd hê jî li wir e.
Li ser axa xwînî radiweste, lê serê xwe natewîne.
Bi çavên tijî hêsir, lê bi dilê tijî hêvî, dibêje:
“Em ê ji bîr nekin, lê em ê ji jiyanê nefret nekin.
Em ê ji bo wan zarokan, ji bo wan dayikan, ji bo wan ciwanan, welatekî azad û rûmetdar ava bikin.”Helepçe... tu ne mirî yî.
Tu di dilê her Kurdekî de zindî yî.
Tu di stranên me de, di hêsirên me de, di berxwedana me de yî.
Û heta ku em hemû bi azadî nefesê bistînin, tu yê her tim bi me re bimînî,ne wekî xemgînî, lê wekî agirê ku me ji nû ve dişewitîne, dide jiyîn û didomîne û kîna me dikelîne .Ji bo canên pak ên Helepçeyê...
Ji bo birîndarên ku hê jî diêşin...
Ji bo zarokên ku qet mezin nebûn...
Em ê bigirîn, em ê bi bîr bînin, em ê têbikoşin.
Û rojekê, li ser axa azad, em ê ji bo wan gulên sor biçînin.
Gulên ku bi xwîna wan re sor bûne, lê bi hêviya me re şîn dibin.Helepçe... Tu dê hertim di dilê me de bê ...
Bijî Kurdistan!

😢8✍2👍2
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Îro salvegera Şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemmed û rêhevalên wî ne! Em di serî de Serwerê mezin û hemû Şehîdên Komara Mehabad a Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîr tînin, emê her waxt li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemmed bibin.✹ ۲+۲=۱
💔19🫡9✍1👍1😢1
Silav û fermo,
Camêrê werger li ser Bloga xwe hemû bernameyên Kurdîkirî rêz kirine.
https://cyaxxx.vivaldi.net/cyaxku/
Kurdîya Gerok (înternet tarayıcısı) a Vivaldîyê dîsa ji bo Kurmancî tê wergerandin.
Hûn wê saz bikin û xwe hinekê hînî wê bikin, heya Kurdîya wê dîsa çalak be!
Vîvaldî û Firefox bi Kurdî xweş in.
Fermo, gerokên Kurdîkirî, Vîvaldîyê û Firefoxê bikarbînin!☀️🧠💐💞
Ji bo Kombers(Komputer) û Laptop(KomGerok)an https://vivaldi.com
Ji bo Têlefonan;
1. Firefox, Androîd https://play.google.com/store/apps/details?id=org.mozilla.firefox
Spas ji wergerê Vivaldîyê, birayê Kurdîhez Zinarî ra, û ji bo Firefoxê, birayê Kurdîhez Amed Çeko Jîyanî ra.
Û spas ji wergerên din ra, yên bernameyên û pêkanînên din ji bo me wergerandine.
Mala wan ava hezar carî be.
Heke ti pirsên we hebin, hûn dikarin ji min bipirsin.
An jî hûn bixwazin bi lez û bi şêweyeke pêşketî hînî Vivaldîyê û Firefoxê bibin, ez dikarim arîkarîya we bikin.
Û
Ji bîr nekin, Têlegram û Fêîsbûk jî Kurdîkirî ne.
Em wan jî bi Kurdî biakrbînin.
Ji başîya xwe van agahîyan belav bikin.
Digel silavên Kurdîhezî

Cyax
Kurdîkirina Tor û Bernameyan
Kurdîkirina Tor Bernameyan Projeyeke ku hate lidarxistin ji aliyê Cyax ve ji bo kurdîkirinê
❤🔥4